Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba topbarana rejîmê kolberekê canê xwe ji dest da û duyên din jî birîndar bûn

16:36 - 3 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Seba topbarana hêzên rejîma Îranê li devera Tirgewer, kulberek hat kuûtin û duyên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Kurdpa” hêzên rejîma Îranê li cihekê bi navê “konekotir”, karwanek kolberên Kurd dan eber topan û di encam de kesek bi navê “Ferşad Derbasî“ canê xwe ji dest da û du kesên din jî bi navên “Feysel Derbasî“ û “Mihemed Nûrî” bitîndar bûn. “Ferşad û Feysel” xelkên devera Şipîrana Selmasê ne û “Mihemed Nûrî” jî xelkê “Enbê”ya devera Tirgewer e.
Hêjayî gotinê ye ku her du birînadr bo nexweşxaneyê hatine veguheztin.

Kolber û kasibkarên Kurd li deverên sersînor bi berdewamî dikevin ber êrîşên hêzên rejîmê û pirra niya caran canê xwe ji dest didin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê