Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûnek di navbera xelkê Îlam hêzên rejîma Îranê de 5 kes hatin kuştin

21:06 - 3 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Piştî hiloşandina encama hilbijartinên gerra Duyem a Meclisa nehê ya rejîmê ji aliyê Şêvra Zêrevan ve, nerazîtiya xelkê di çend deverek Îlamê de lidîv de bû.
Di çend rojên derbasbûyî de çendîn car şerr û pevçûn dinavbera xelk û hêzên rejîmnê de rû dane.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, demjimêr 13:00’ê roja Pêncşemî berwar 31’ê Gulana 2012’an, şerr û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û xelkê bajarokê “Melekşa” yê Îlamê derket holê û sê kes ji hêzên rejîma Îranê di nav de efserek Hêza Taybet yê Ehwazê hatin kuştin.
Her di wê pêwendiyê de berwar 1’ê Huzîrana 2012’an, car din şerr û pevçûn di navbera xelkê û hêzên rejîmê de derket holê û di encam de du Efserên din ên Hêza Taybet a Ehwaz û Loristanê hatin kuştin.
Li gor şahidhalên bûyerê, xelkek zaf ji hevwelatiyên Îlamê ji aliyê hêzên rejêmê ve hatine destbisekirin û bo girtîgeha “Dalaw” li bajarê “Eywan”ê yê ser bi parêzgeha Îlamê hatin şandin.
Li gor gotina hevwelatiyên Îlamê, nearamiyên han ev bûye ku Elîekber Metîn di qonaxa duyem de deng aniye, lê ji aliyê Şêvra Zêrevan ve hatiye retkirin.
Niha rewşa bajarê Mekelşa nearam e û ew bajar hatiye mîlîtarîzekirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê