Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdek riya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

20:50 - 5 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdek riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, berwar 5’ê Hezîrana 2012’an, “Asya Çolî” dayîka şehîd Erşed Nadirî xelkê gundê “Qayêr”a ser bi devera Mirgewera Urmiyê di temenê 80 saliyê de seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.
Şehîd “Erşed Nadirî” pêşmergeyê PDK Îranê li buhara sala 1999’an seba nesaxiyek bêçareserî di nexweşxaneyek bajarê Bexadayê de koça dawiyê kir û termê şehîd “Erşed” li gortistana şehîdên Navenda 3’a Kurdistanê li Cijnîkanê hat veşartin.
“Asya” yek ji jinên şoregêr bû ku heya dawîn demên jiyana xwe de bi riya kurê xwe wefadar bû û daxwaziya wê rizgariya gel û nîştimanê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat, kes û karên xwedê jê raziyê û xwe di xem û kedera wan de beşdar dizane.
Riha wê şad

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê