Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Lîllestiroma Nurwêjê rê û resma 8\'ê Marisê birêve çû

18:56 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Rê û resma 8\'ê Adarê roja cîhaniya jin ji aliyê saziya kelturî ya jinan ve li belediya Şîsmo li bajarê Lîllestiroma li welatê Nurwêjê hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, li navenda wêjeya bajarê Lîllestiroma rê û resma 8\'ê Adarê roja navdewletiya jin bi amadebûna Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê birêve çû.

Di vê rê û resmê de çendîn gotarên taybet bi jinan û mafên jinan û herwisa peyama pîrozbahiya komîteya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, hat xwîndin.