Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî komîteya PDKÎ li rê û resma salvegera karesata Helebcê li parlemana Suêdê beşdarî kir

21:11 - 15 Adar 2014

Kurdistanmedia: Re ê resma 26\'emîn salvegera karesata Helebcê bo çaremîn sal li parlemana Suêdê birêve çû.

Liu gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, roja Pênçşemî 13\'ê Adar a 2014\'an, şandekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistna Îran – Suêdê bi serperestiya Mewlûd Ebdîlzade berpirsê komîteya hêzên Kurd û Kurdistanê li welatê Suêdê, li rê û resmekî slvegera kîmyabarana Helebcê li parlemana wî welatê beşdar bûn.

Rê û resma han ji aliyê tora Kurdî/ Suêd a parlemana Suêdê û bi alîkariya federasiyona komele Kurdistaniyên Suêdê pêk hatibû û nûnerên PDKÎ û aliyê siyasî û kulturiya Kurdan li Suêdê û herwiha hejmarek ji qurbaniyên karesata Helebce têde beşdar bûn.

Di vê rê û resmê de Şoreş Qadir nûnerê Herêma Kurdistanê li Suêdê, Şermîn Buz Erselan berpirsa federasiyona komele Kurdistanî û Mewlûd Ebdîlzade weke nûnerê komîteya alîkariya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanê peyama xwe pêşkeş kirin.

Ewa çaremîn sale ku rê û resma karesata Helebcê li parlemana Suêdê birêve diçe.

Suêdê yek ji wan welatane ye ku bi awayeke fermî karesata enfalê weke komkujiya xelkê Kurd nasî ye.