• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2018-04-22 / 1397-02-02   

11’ê Reşemeya 1357’an salvegera ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ/ Hevpeyvîn

2014-03-18 / 1392/12/27 - 10:08 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
11’ê Reşemeya 1357’an salvegera ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ/ Hevpeyvîn
kurdistanmedia: 11’ê Reşemeya sala 1357’an (Adara sala 1979) a Rojî salvegera birêveçûna mîtînga Mehabadê û ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ ye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di vê roja dîrokî de, ku 19 rojan piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bû, Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê PDKÎ peyamek pêşkêş kir. 

Di vê peyamê de navbirî piştgiriya PDKÎ ji şoreşa xelkê Kurdistanê û hemû gelên Îranê ragehand, û banga yekîtî û biratiyê di navbera neteweyên Îranê û hêzên nîştimanperwer de kir, û herwisa derheqê pîlanên dijminan bona binpêkirina mafê neteweya Kurd hişdarî da.

Malpera Kurdistanmedia bona zêdetir agehdarbûna ji rewşa wê demê ya Kurdistan û Îranê, gotûbêjek di gel Seyîd Elî Rehmanî yek ji beşdarên mîtînga Mehabadê pêk anî.

Deqa gotûbêjî bi vî rengî ye:

7944.jpg
Seyîd Elî Rehmanî


Seyîd Elî Rehmanî : “Bi raya min li mîtînga PDKÎ di bajarê Mehabadê de, 250 hezar kes beşdar bibûn”.


Kurdistanmedia: Hûn wekî kesekî ku di mîtînga Mehabadê de, dema ku xebata eşkere ya PDKÎ hate ragehandin de, beşdar bûn, bi baweriya we çend kes beşdarî mîtîngê bibûn?

Seyîd Elî Rehmanî: Belê ratst e, ez li salvegera eşkerebûna xebat PDKÎ, di 11’ê Reşemeya 1357’an de, (Adara sala 1979) ku bi awayê mîtîng ji aliyê Dr. Qasimlo ve birêve çû, min beşdarî kir. Diyar e ku min di rojnameyên wê serdemê de dîtiye ku bi çi şêweyekê bas jê kirine, diyare rojnameyan nivîsandibûn ku 90 heya 100 hezar kesî têde beşdarî kirine, lê bi raya min 250 hezar kes têde beşdar bibûn. Dikarim bêjim ew hinda ku xelkê hizbî, û dostên partiya me hatibûn, du hember jî, xelkê asayî hatibûn.


Kurdistanmedia: Bo çi ew hemû xelka di rêûresma eşkerebûna xebat PDKÎ de beşdarî kirin? Hewcehiya ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ çi bû?

Seyî Elî Rehmanî: Di vê serdemê de rewş ecêb û cihê heyrîmanê bû, kesên ku rewşa wê demê nedîtibûn, her çi di vê derheqê de bixwînin, her ne tewaw e, ji ber ku di dawiya salên deshilata pehlewî de, rewş bi awayekî bû, ku her girûpek di eşkerekirina helwestên xwe de serbest û azad bû, yan aliyê kêm, eva encama rewşa şoreşgerî bû, bo mînak di wê serdema dijwar de, Sîros Nehawendî ku wezîrê derbarê bû, girûpeke gellek gellek çep bi navê “Şefeqê Sorx” (Şefeqa Sor) ava dike, û bi hezaran ciwanî bo aliyê xwe radikêşe, û karê wî jî sertir ji komonîzmê dibe, û di dawiyê de bi qazanca împeryalîzmê bi dawî tê. Lê heke em li rewşa Kurdistanê binêrin ku rewşa wir gellek di cihê xwe de ye. 

PDKÎ partiyeke nenaskirî nebû, jiber ku aliyê kêm dîroka Komara Kurdistanê piştgirî lê dikir, û PDKÎ cîhan dinasî, û cîhanê jî ew nas dikir. Hewce bû ku di rojeke diyarîkirî de wî karî bike û bêje ku em jî di qadê de ne.


Kurdistanmedia: Rewşa xebata PDKÎ berî wê serdemê wate ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ çawa bû?

Seyî Elî Rehmanî: Zêdetir ji çar mehan bû, ku hevalên PDKÎ, li derveyî Îranê, û dûr ji welat, jiyan kiribûn û jiyaneke bi êş û azar hebûn, bi awayekî veşartî di nava bajaran de girûpên biçûk ên du - sê kesî pêk anîbûn, û jêve bûn ku rewş her wekî caran e. 

Di wê serdemê de Dr. Qasimlo hizra eşkerebûna xebata PDKÎ anî ber bas, û li roja 11’ê Reşemeya 1357’an (01.03.1979) di civînekê de ku pêştir min bas kir, xebata eşkere ya PDKÎ ragehand.


Kurdistanmedia: Bas ji rûdawên di nav mîtînga Mehabadê de, ji me re bike?

Seyîd Elî Rehmanî: Xelkekî zaf ê hizbî û xeynî hizbî, di mîtîngê de beşdar bûn. Jin û mêr bi hevre beşdar bûn, û di bîra min de ye ku nêzîkî 150 jin û mêr bi hevre û bi kincên curbicur, bi awayekî xwerist di nava meydanê de bi çeka Birnoyê rêjê diçûn. Ew civîn çar heya pênc demjimêran dom kir, û Dr. Qasimlo bixwe ew rêve dibir.

Diyar e ku di wê serdemê de kesekî wekî Dr. Qasimlo mixabin me tunebû, ku bikare wî karî bi başî bi rêve bibe, eva jî sedema wê, vedigere ser vê ku PDKÎ heya niha çar nivş bi xwe ve dîtine. Yekem: Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî bûn ku piştî hiloşîna Komarê û piştî vegeşîna PDKÎ di sala 1327’an (1948) de, tenê yek kes jî ku di Komarê û avakirina PDKÎ de beşdarî kiribû, di vegeşîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de, beşdarî nekirin. 

Wate ên ku di vejîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de beşdarî kirin, dibne nivşa duyemîn, ku ew jî Dr. Qasimlo û hevalên wî ne.

Niha nivşa sêyemîn di PDKÎ de dehsilatdar e. Bo mînak birêz Mistefa Hicrî sala 1358’an bûye endamê PDKÎ. Wate navbirî ne serdema Komarê dîtiye û ne jî serdema vegeşîna rêkxistinên PDKÎ piştî salên 1327 (1948) dîtiye, lê berevajiyê qonaxên pêşîn, niha nivşa sêyemîn û çaremîn di PDKÎ de, bi hevre xebatê dikin, û ezmûnan nîşanî hevdu didin. Lê ez ne bawerim ku %2 ji nivşa duyemîn ya PDKÎ, wate yên ku di salên 1327 (1948), 1332 (1953) , 1338 (1959), 1342 (1963), 1346-1347 (1967-68) xebat kirine û heps dîtine, piştî sala 1357 (1979) beşdarî xebatê bibin.


Kurdistanmedia: PDKÎ piştî ragehandina xebata xwe ya eşkere, tevî wê ku hemû komîteyan li sertaserî bajarên Kurdistanê de divejîne, heya çend di meydana eşkere ya xebatê de beşdar bû?

Seyîd Elî Rehmanî: Berî vê ku ez bersiva vê pirsyarê bidim we, ez dixwazim tiştekê bêjim. Dr. Qasimlo emir dike: “Em herçend ku zêdetir bimînin, û neçar bi şerkirinê nebin, bo me qazancek zêdetir heye”. Ji 11’ê Reşemê ve ku rêkxistin û komîteyên partiya me di bajaran de hatin avakirin, û bixwe hatûçûn û çalakî hebûn, heya 28’ê Gelawêja sala 1358’an (1979), ku Xomêynî biryara cîhadê li dijî neteweya Kurd ragehand, xebata eşkere ya PDKÎ berdewam bû.


Kurdistanmedia: Gelo PDKÎ di wê serdemê de tenê xebata medenî dikir, yan çekdarî jî hebû.

Seyîd Elî Rehmanî: PDKÎ her tim çekdar bûye, lê her tim çek li ser milan nebûye. Piştî eşkerebûna xebat PDKÎ, heya destpêka biraya cîhada Xomêynî, tu şer û pevçûnek rû nedaye, da ku partiya me çekê bi kar bîne, û komîteyên PDKÎ di cihê xwe de, çalakiyên xwe dikirin.

Hevpeyvîn: Raman Nesrî
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 324 Dî wê hejmarê de:

-Nan, Azadî, Kerameta mirovî
-Xelkê Îranê çima nerazî ne?
-Şerîf Hejarî: hin ji hêzên kurdî, bûne kopalê destê Îranê û fermanên wê cîbicî dikin
  • Şerîf Hejarî: hin ji hêzên kurdî, bûne kopalê destê Îranê û fermanên wê cîbicî dikin Şerîf Hejarî: hin ji hêzên kurdî, bûne kopalê destê Îranê û fermanên wê cîbicî dikin
    Niha “Michael D'Andrea” naznavê Ayetullah “Michael D'Andrea” li ser hatiye danîn. Wisa nabînim ku ew hemû guherînkarî her li xwe re hatibin kirin. Min pê waye tunekirina ecindayên rejîma terorîst a Îranê di holê de ye. Bi Kurtî Trump bi van guherînkariyên dixwaze ku bêje Îran û hemû cîhanê, ku di hemû demeke deshilatdariyê de, vebijêrka leşkerî li dijî Îranê vekirî ye!.
  • Xelkê Îranê çima nerazî ne? Xelkê Îranê çima nerazî ne?
    Ew yek heman dojeh (cehnem) e, ku rejîma Îranê bo xelkê xwe pêk aniye, niha ew xelk piştî çend dehikên berdewam rêçareya rizgariya xwe ji vê cehnemê bi dirustî di sernixûniya rejîmê de dibînin.
  • Nan, Azadî, Kerameta mirovî Nan, Azadî, Kerameta mirovî
    Eva hevokek e nava bername û pêreva navxwe ya PDKÎ ye, ku li beşa bingehên hizrî û siyasî ên hizbê de hatiye, û di van rojan de, bi rohnî em rengvedana kiryareke weha ya dijîmirovî di Komara Îslamî de dibînin.
  • Sivikatî, alava helandinê Sivikatî, alava helandinê
    Li civaka pir kultorî, netewî û olî ya Îranê de, her yek ji pêkhateyên sereke ên civakê xwe bi xwedî nasnameyek serbixwe û taybet dizanin û tu yek ji wan xwe bi beş yan paşkoya beşa din nizanin.
  • Kurd goriyê netifaqiyên navxweyî Kurd goriyê netifaqiyên navxweyî
    Bûyerên karesatbar yên sala 2017-2018`an vê yekê baş didin xuyakirin, ku tevgera Kurdî hevrîşî parvebûn û lêktirazaneke berçav bûye.
  • Peyama Komîsyona Civakî ya PDKÎ derheq roja Şehîdên Kurdistanê Peyama Komîsyona Civakî ya PDKÎ derheq roja Şehîdên Kurdistanê
    PDKÎ sermayeyeke remzî û mirovî ya gellek mezin heye, û em xatircem in ku bi piştqahîmiya bi van remzên mezin ku di biyavê hizrî û neteweyî de me hene, wê hêza mirovî ku em xwediyê wê ne, emê serkevin.
  • Panoramaya sala 1396 (21`êAdara 2017-20`ê Adara 2018)`an Panoramaya sala 1396 (21`êAdara 2017-20`ê Adara 2018)`an
    07.02.1396 (27.04.2017)`an: Şeş aliyên Kurdistana Rojhilat daxwaz ji hemû xelkê Kurdistana Rojhilat kirin ku di hilbijartinên roja 29`ê Banemerê de beşdariyê nekin.
  • Maşîna terorîzmê a Dewleta Îranê Maşîna terorîzmê a Dewleta Îranê
    Baweriya gel bi Hizba Demokrat û tevgera Rasanê di astekî da ye ku babê şehîd Sebah bi şanazî ve li ser termê kurê xwe bi dengek bilind û bihêz rû li dewleta Îranê dibêje ku 3 kurê din jî min hene, û ezê wan jî bikim qurbana netewa Kurd û Hizba Demokrat, ez bixwe jî amade me serê xwe di vê rêbazê da bikim qurbanî . Riha wan şad û riya wan pir rêvîng.
  • Vekirina kongireya 16.mîn ya PDKÎ ji aliyê Mela Hesen Şîweselî ve Vekirina kongireya 16.mîn ya PDKÎ ji aliyê Mela Hesen Şîweselî ve
    Kurdistanmedia: Birêz Mela Hesen Şîweselî ku niha endamî îftixarî yê Navenda Siyasî ya PDKÎ ye, di kongireya 16.emîn de bi gotareke balkêş û têrûtejî kongire vekiribû, ku deqa gotinên wî weha ne:
  • Kerkûk, Kirmaşan, Efrîn, Newroz Kerkûk, Kirmaşan, Efrîn, Newroz
    Herwekî çawa di nava Yehûdiyan de dîroka pirr ji karesat û Holokastê bûye nasnameya wan, û neteweyeke bihêz ji wan afirandiye, û Kurdistan û Kurd jî hem dikare terajidiyan û hem jî destana xweragirî û hem jî afirandina destanrêsiyan, bike nasname.
  • Kongireya Rasana Rojhilat Kongireya Rasana Rojhilat
    Piştî nêzîk bi yek sal derbazbûna bi ser wextê xwe de, kongireya 16.emîn ya PDKÎ di roja 1`ê Reşemeha sala 1396`an de dest bi karên xwe kir, û piştî çar rojan karê berdewam û têrûtejî, û bi şev û roj dirêjîkêşana civînan, li 4`ê Reşemê de kongireya Rasana Rojhilat hemû ew bernamên ku bo karê xwe danîbûn, bi serkevtin û bi serûberî bi encam gehandin.
  • Hevjîna Mela Hesen Şêweselî di merasima kongireya 16.mîn de axavtinek kir Hevjîna Mela Hesen Şêweselî di merasima kongireya 16.mîn de axavtinek kir
    Kurdistanmedia: Xatûna Kulsûm hevjîna Mela Hesen Şêweselî piştî wergirtina xelata rêzgirtinê bi boneya xizmetên bi salan bi hevjînê xwe yê kêmendam Mela Hesen Şêweseliyê şoreşger, çend peyvan axivî, û ragehand ku ewê berdewam be di xizmetkirina bi hevjînê xwe yê têkoşer.
  • Birêz Mela Hesen Şêweselî axavtineke têrûtejî di merasima kongireya 16.mîn de pêşkêş kir Birêz Mela Hesen Şêweselî axavtineke têrûtejî di merasima kongireya 16.mîn de pêşkêş kir
    Kurdistanmedia: Mela Hesen Şêweseliyê têkoşer endamê “Îftixarî” ê Navenda Siyasî ya PDKÎ axavtineke têrûtejî di merasima kongireya 16.mîn de pêşkêş kir, ku deqa wê weha ye:
  • Dewletên rojavayî û Efrîn Dewletên rojavayî û Efrîn
    DAIŞ di bin çavdêriya sîxuriya Tirk de, ser Tirkiyê ve belavî dinyayê bû. Dezgeh, îro jî li ser kar e. Tenê nav diguhere. Bîrdozî û siyaseta dewletê, tundrewiyê diçîne.