Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hinceta salvegera kîmyabara Helebcê, rêûresmek li ber deriyê parlemana Almanê birêve çû

14:25 - 18 Adar 2014

Kurdistanmedia: Kurdên rûnştiyên welatê Almanê bi alîkariya komîteya hêzên siyasî, di rêûresmekê de, bîranîna qurbaniyên Helebcê bilind nirxandin.

Li gor rapora Kurdistanemdia, bi boneya 26’emîn salroja karesata Helebcê, roja Şemî 15’ê Adar a 2014’an, rê û resmek li ber deriyê parlemana Almanê ji aliyê komîteya alîkariya hêzên siyasî ên Kurd û Kurdistanê li bajarê Birêmin birêve çû.

Di destpêka rê û resm de bi xwîndina sirûda neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin dest pêkir.

Piştre Şehriyar Neqşbendî berprsê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê, çend basek pêşkeş kir û paşan peyama komîteya alîkariya hêzên siyasî ên Kurd û Kurdistanê li bajarê Birêmin ji aliyê Amêz Elî ve hat xwîndin.

Di birga din a rêûresmê de bîranîna berxwedaniya bajarê Qamişlo li sala 2004’an û şehîdên wê raperînê hat kirin.

Li dawiya rê û resmê de komîteya alîkariya hzêzên siyasî ên Kurd û Kurdistanê û beşdaran, li gelalnemeyekê de daxwaz ji parlemana Almanê kirin, komkujiya gelê Kurd bi fermî nas bikin.