Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz bi beşdariya komîteya PDKÎ li Almanê hat pîroz kirin

21:01 - 25 Adar 2014

Kurdistanmedia: Heyeteke komîteya Pertiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê, li ser bangkirin komeleya Kurd yê bajarê Şitûtgart, di rêûresma cejna Newrozê de beşdar bûn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şandeke PDKÎ li welatê Almanê bi serperestiya “Cehangîr Hatemî” endamê komîtê, roja Înê 21’ê Adar a 2014’an, li ser gazîkirina fermî a komeleya Kurd ya bajarê Şitûtgart li rêûresma cejna netewî ya Newrozê beşdar bûn.

Di vê rêûresmê de, ku sedan kes ji Kurdên her 4 parên Kurdistanê û çend endamên Parlemana welatê Almanê beşdar bûn, peyama komîteya PDKÎ – Almanê, pêşkeşê amadebûyên rêûresmê kir.

Her di vê rêûresmê de, heyeta komîteya PDKÎ - Almanê tevî “Dr. Sitêvan Kawfmen” endamê Perlemana Almanê li ser lîsta Partiya Demokrat a Mesîh ya Almanê û “Muhterem Aras” endamê Parlemana eyaleta Badin Wirtimbirg li ser lîsta Partiya Sewiz û bi regez Kurd, hevdîtin kirin.