Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangeha berhemên hunermend Hadî Ziyaedînî dawî hat

16:15 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Pêşangeha berhemên Hadî Ziyaedînî ku hemjamrek ji berhemên nîgarê bûn, di bajarê Sine de dawî hat.

Li gor rapora kurdistanemdia, pêşangeha hunermendê Kurd ku roja 16’ê Adar a 2014’an, dest pêkiribû, roja Duşemî dawî hat.

Hadî Ziyaedînî xwediyê teknîka teybet bi peykertaşîna gelê Kurd e ku sala 1356’a Rojî, li zanîngeha hunerên cuwanên Tehranê xwîndina akademîk tevî karê piratîkî dest pêkiriye.

Hadî Ziyaedînî di vê pêwendiyê de dibêje: Pitir ji 7 sal ku hevdem tevî xweîndin, karê rahînanim jî min kiriye û keyfxweşim ku navenda akademîka huneran, li varê peykertaşîn û nêgarkêşan û şêwekarî di Kurdistan de hîn bûme.

Hunermendê han yê Kurd heya niha çendîn pêşangeh li Kurdistanê, Îran û welatê biyanî weke Amîrka, Birîtanya, Suwîs, Qirqîzistan, Qezaqistan, Ozbekistan û Kuwêtê wekirin e.

Ji asewarên hunermendê han di varî peykertaşîn de dikarîn amaje bi peykerî “Şivan” li parka Awyer a Sine, peykera Azadî li hola azadiya Sine, peykerê “Çêjna rizgarî” li meudana Kûdeka Îsfehanê û peykera Mestûreya Erdelan li Herêma Kurdistanê bikin.