Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Komîteya PDK Îranê – Eusturaliya, li gel endam Parlemanê wî welatî

14:17 - 6 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Komîteya PDK Îranê – Eusturaliya li gel endamê Parlemana Federal a wî welatî hevdîtin pêk anî û hin mijarên girîn xistin ber bas.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 4’ Hezîrana 2012’an, heyetek Komîteya PDK Îranê – Eusturaliya bi serperestiya birêz “Mihemed Haşimî” berpirsê komîteyê li gel birêz “Lorî Fîrgiyosin”, Endamê Parlemana Federal a Eusturaliyayê civiya.
Di rûniştina han de li ser pirsa Kurd li Kurdistana Îranê, siyaseta tepeserî û cudahiyên rejîmê di hundirî Îranê û bi taybetî li hember netewa Kurd, bernameya navikî a rejîmê û aloziyên navbera Rejîma Îranê û Rojavayê hatin şirovekirin û dan û sitandin li ser hatin kirin.
Di hevdîtina han de pêdagirî li ser fitnegêriya rejîmê di nava welatên cîran û cîhanê hat kirin û piştgirî û alîkariya opozîsyona rastîn a rejîma Îranê bi hewce hat zanîn
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê