Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek bi hiceta roja şehîdên Kurdistanê li bajarê Horsins a Danîmarkê birêve çû

15:00 - 7 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Simînarek bi boneya 30’ê Adarê û enfal û jînosayîta gelê Kurd li bajarê Horsins a welatê Danîmarkê bi amadebûna hejmarek ji Kurdên vî bajarî birêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî 5’ê Nîsan a 2014’an, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê – Danîmarkê bi alîkariya hejmarek ji Kurdên bajarê Horsins û konfedirasiyona Komele Kurdistaniyan li welatê Danîmarkê, bi heceta roja şehîdên Kurdistanê, jînosayîta gelê Kurd û karesata enfal, bi beşdariya kurdên akinciyên vê deverê simînarek birêve birin.

Simînara han bi xwîndina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê hat ragehandin.

Piştre “Hacî Cundî” li ser mezinayetî û fîdakariya Pêşewa Qazî Mihemed û xemxariya ew rêbere neteweye bo gel û nîştimana xwe, çend gotinek pêşkeş kir û di birga din a simînarê de Dersîm Dêbegeyî derheq bi enfal û jînosayîta Kurdan û qirkirina Kurdan bi destê rejîma Sedam axavtin kir.