Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Hulendê di salvegera damezrandina Partiya Şû’î de beşdarî kir

19:30 - 9 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê li Hulendê di rêûresma 80’emîn salvegera avabûna Partiya Şû’î li bajarê Amistrdamê beşdarî kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rêûresma han bi xwîndina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama PDKÎ û aliyên din ên pişikdarê wê merasimê hat xwîndin.

Peyama pîrozbahiya Komîteya PDKÎ li Hulendê ji aliyê “Ceifer Merdanbegî” berpirsê komîtê ve hat pêşkeş kirin.