Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêdê/ Bi hinceta 30’ê Adarê simînarek birêve çû

19:46 - 9 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Bi boneya roja şehîdên Kurdistanê û herwiha 30 saliya koça dawî ya Mistefa Budak tekoşerê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li bajarê Sitokholmê simînarek birêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja yekşemî 6’ê Adar a 2014’an, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê li bajarê Sitokholmê bi alîkariya Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), bi amdebûna Kurdên çar parê Kurdistanê simînarek birêve birin.

Simînara han bi xwîndina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.

Piştre Hemed Mamî li verê dîroka 30’ê Adarê û diyarkirina wê rojê weke roja şehîdên Kurdistanê ji aliyê PDKÎ ve û çend mijarek din, gotin li ser kir

Paşan besek li ser roja şehîdan û herwisa bîr anîna 30 saliya koça dawî ya Mistefa Bukan tekoşerê kevnarê PSK û hevxebatiya partiya han tevî PDKÎ bo beşdaran anî ser ziman.

Di vê simînarê de parçe mûzîkek ji aliyê Şahîn Xurewî ve hat pêşkeş kirin.