Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pîrozbahiya Mistefa Hicrî bi hinceta avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê

13:53 - 12 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hinceta yekgirtina çar partiyên Kurdistanî yên Sûriyê, peyamek bilav kir.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Rêzdar: Kekê Siûd Mela Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê
Tevî silav û rêz!
Nûçeya yekgirtina çar partiyên Rojavaya Kurdistanê, di bin navê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê de cihê keyfxweşiya me bû, nemaze ku ew yekgirtine piştî piroseya lihev cuda bûna partiyên Kurd ên Sûriyê di heyamê çend salên borî de hate rojevê.

Hêvîxwaz in ku yekgirtina han bibe destpêka pêvajoyek din bi merema herçiqas ji hev nêzîk bûn û yekgirtina zêdetir a partiyên wê para kurdistana xweştevî û di encam de rêvebirin û îdare kirina hevpar a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tev Partî û pêkhateyên cuda ve, di vê zirûfa hestyar de ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe.

Bi vê hincetê ji aliyê PDKÎ ve pîrozbahiyên xwe pêşkeşî we dikin û hêviya me serkevtina we ye bi ser arîşeyên ser rêya yeketî û biratiyê de. Pîrozbahiya me bi tev endamên lêjneya merkezî û Endamên Polîtbîroyê bigehînin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekretê Giştî
Mistefa Hicrî