Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma derhênerekî Kurd li Îtalyayê xelata yekem a navdewletî bi dest anî

16:15 - 14 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Fîlma “Apê Îrbom” ji derêhênerê Kurd Mano Xelîl, xelata yekam a navdewletî a “Bozan 2014”ê misoger kir.

Li gor nûçeya gehiştî malpera kurdistanmedia, filma Mano Xelîl binavê “Mêsevan” bi Almanî “Dere Îmker” roja Yekşemî 13’ê Nîsan a 2014’an, li festîvala navdewletî a “Îtalya Bozan Fîlm” de beşdarî kir û xelatayekem bi dest anî.

Ewa Heştemîn xelata navdewletî ku ew berhema “Mano Xelîl” kariye bi dest bixe.

8250.jpg


Filme “Apê Îrbom” çîroka mirovekî Kurd e, “Îbrahîm Gezer” (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta sal” 90’ê yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra.
Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.

Mano Xelîl niha li Herêma Kurdistanê mijûlê çêkirina fîlmekî nû bi navê “Hechecîk”e.