Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehek bo berhemên hunermend Mihemedsabir Sabir li Sinê hat vekirin

15:36 - 15 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Berhemên xweşnivîsî yên Mihemedsabir Sabir, hunermenê xweş xet yê Kurd li pêşangehekê de li bajarê Sine ketine ber dîda hogirên vê rişta hunerî.

Li gor rapora Kurdistanmeida, pêşangeha han ku ji 52 berhemên hunermend Mihemedsabir Sabir pêk hatiye, hejmarek berhemên wî bi zimanê Kurd hatine nîşandan.

8271.jpg
Mihemedsabir Sabir


Di vê pêwendiyê de nûçegihaniya ISNA nivîsiye: Pêşangeha han li roja 12’ê nîsanê hetiye vekirin û heya 17’ê Nîsan a 2014’an berdewam e.

Mihemedsabir Sabir sala 1324’an a Rojî li bajarê Seqizê ji dayîk bûye û hunera xweş xetî û xweş nivîsî ji aliyê mamostayê koç kirî “Ehmed Hearî Neseb û Mehdî Kemalî Kurdistanê” hîn bûye.

Hunermendê han li enîstîtoya hunerî a Tehranê di varê huner de xwendiye û li sala 1363’an a Rojî pileya nimûneyî wergirtiye û li sala 1364 bi alîkariye hunermendê xweş nivîsên bajarê Sine, “Encumena xweş nivîsan – liqa Sinê” ava kirin û heyamê 11 salan berpirsê wê encumenê bûye.

Mihemedsabir Sabir sala 1368’a Rojî birwanameya serweyî ya nimûne wergirt û serbarî ewê ku niha jî li kerê xwe de berdewame, pitir ji 50 şagird karîne pileya ninûne û serweyî ninûne wergirin.