Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê Koça dawiyê kir

14:10 - 9 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Bavê du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê, seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 8’ê Hezîrana 2012’an, mam “Mecîd Îbrahîmî” bavê şehîd “Kamil” û şehîd “Eladîn Îbrahîmî” xelkê gundê “Bilûleva” li devera Urmiyê seba nesaxî û pîriyê di yek ji nexweşxaneya bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Mam “Mecîd” mirovê nîştimanperwer, ji Partiya Demokrat pirr hez dikir, ew Kurdek bi manaya peyv şoreşgêr û azadîxwaz bû.
Şehîd “Kamil” kadrê jêhatî yê PDK Îranê bû ku di berwar 25’ê Çiriya Paşîn a 1989’an li gundê “Kendalok” kete ber destrêja terorîstên rejîma Îranê û şehîd bû, lê kujerê şehîd “Kamil” her li cihê terorê ket destên pêşmergeyên hêza Agirî.

1241.jpg


Herweha kurek din yê mam “Mecîd” bi navê “Eladîn” di hemen sal de wate li sala 1989’an, di mala xwe de û li ber çavên jin û zarokên xwe, seba alîkarîkirin bi hêza Pêşmergeyên Kuridstanê ji aliyê hêzên rejîma îslamî a Îranê ve hat şehîdkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kes û karên mam “Mecîd” û xwe bi heval û beşdarê xem û kedera wan dizane.

Riha wî şad

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê