• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-12-15 / 1396-09-24   

Endamekî PDKÎ li bajarokê Selewla koça dawî kir

2014-04-26 / 1393/02/06 - 16:33 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Endamekî PDKÎ li bajarokê Selewla koça dawî kir
Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li herêma Şamiyanî ser bi bajarokê Selewla bi hegera nesaxşiyê koça dawî kir.


Li gor rapora Kurdistanmedia, Osman Ehmedî, naskirî bi Osman Selîme, Kurê Mihemed û endamê PDKÎ, roja Duşemî 21’ê Nîsan a 2014’an, li gundê Nisl a herêma Şamîyanî a Selewla, bi hegera sekteya dil li temenê 60 saliyê de koça dawî kir.

xwedê jê razî di sala 1362’an a Rojî bûye endamê fermî yê PDKÎ û erkê xwe yên hizbî bi cih gehandine.

Herwisan çend carekan ji aliyê hêzên Îtillatê we hatiye destbiser kirin û bo çend heyva destbiser û eşkene hatiye kirin.

Osman Ehmedî kesek xweş nav û hezkiriyê xelkê herêmê bûye û heya dawî dema jiyana xwe bi rêbaza hizb û gelê xwe wefadar bûye.
Termê xwedê jê razî di hemen rojê de, li gundê bab û bapîrên wî bi axê re hat teslîm kirin.
PDKÎ sersaxiyê ji malbat û kes û karên xwedê jê razî dike û xwe di xem û kovanên wan de bi hevpar dizane.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 315 Dî wê hejmarê de:

-Birca Babil
-Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
-Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê