Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li Nexedê wefat kir

20:11 - 26 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Golê Qadirî diya şehîd Sidîq Hacîzade şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê seba nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, çend roj berî niha xanima Golê Qadirî diya şehîd Sidîq Hacîzade xelkê gundê “Daşxane”a bajarê Nexedê seba nexweşiyê û pîrbûnê koça dawî kir.

Sidîq Hacîzade pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, sala 1360’an a Rojî di şerekî qehrimanane de li gundê “Îndirqaş” şehîd bû û termê wî li Qeredaxê teslîmê axê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Xanim Golê Qadirî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad