Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameka PDKÎ li Norvêjî wefat kir

16:11 - 29 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Menîje Merûfî endama Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê seba nexweşiyê li bajarê Diramên a Norvêjî çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 27’ê Nîsana 2014’an, Menîje Merûfî endama PDKÎ, rûniştiyê welatê Norvêjê, seba nexweşiyê di temen 51 saliyê de canê xwe ji dest da.

Navbirî sala 1342’a Rojî li gundê “Hacî Xoş” a ser bi devera Şarwêrana Mihabadê ji dayîk bûye û xwendina destpêkî, navendî û amadeyî li Bokanê tewaw kiriye û sala 1377’a Rojî, malbata wî weke penaberên siyasî çûne bo welatê Norvêjê.

Menîje Merûfî endama dilsoza PDKÎ bû û heta dawiya jiyana xwe bi rêbaza Partê û gelê xwe wefadar ma.

Bi boneya koça dawiyê ya navbirî PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karê wê, û xwe hevbeşê xem û nerehetiya wan dizane.

Riha wê şad be