Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn pêşangeha girafîk li Sine birêve çû

14:55 - 1 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Navenda Gizîng li bajarê Sine bi hinceta heftiya girafîk, yekemîn pêşangeha girafîk li asta Kurdistna Rojhelatê, di vî bajarî de birêve bir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 29’ê Nîsan a 2014’an, pêşangehekî taybet bi karê girafîk bo yekemîn car li bajarê Sine birêve çû.

Pêşangeha han ji aliyê navenda Gêrgiz pişka girafîk hejmara 3 li sînema Behmena Sine birêve çû û heya êvara roja Înê dom dike.

Paş bajarê Tehranê ewa duyemîn pêşengehe li asta Îranê û yekemîn pêşangeha li asta Kurdistanê di varê girafîkê de û biryare hemû salan berdewam be.