Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya komîteya PDKÎ li Biljîkê, di rêûresma roja cîhaniya kedkar de

19:30 - 3 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Bi pişikdariya endamên Part û aliyên siyasî û herwusa rêxistin û sendîkayên kedkaran, roja 1’ê Gulanê roja cîhaniya karger li Biljîkê bilin hat nirxandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bi hinceta 1’ê Gulanê roja cîhaniya kedkar roja Pênçşemî 1’ê Gulan a 2014’an, rêûresmek li bajarê Broksêl paytextê welatê Biljîkê birêve çû û têde part û aliyên siyasî û kedkaran peyama xwe pêşkeş kirin.

Di vê rû resmê de hejmarek ji endamên komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Biljîkê amade bûn û peyama komîtê bi du zimanên Feransî û Holendî hat xwîndin.