Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî komîteya PDKÎ li Almanê, li simînarek li ser rewşa Kurdistna Sûriyê, pişikdarî kir

21:10 - 13 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Şandekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê li Almanê bi fermî li simînarek li ser rewşa Kurdistana Sûriyê hat gazîkirin û pişikdarî kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, heyetekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê bi serperestiya “Şehriyar Nqşbendî ” roja Yekşemî 11’ê Gulan a 2014’an, li ser bangkirina fermî ya Komeleya Kurdî li bajarê Birîminê li simînarek derheq bi “Rewşa nihaya Kurdistana Rojava” beşdarî kir.

Simînara han ku bo “Rêzan Şêx Mûs” hatibû lidarxistin, li varê têkder û tevdanîka rejîma Îranê li Sûriyê bi giştî û bi xasmanî Kurdistan û zirarên ku bi gelê Kurd bi sedema meytêkirinên rejîma Îranê, digehe, pêşekş kir.

Amadebûyan nêrîn û bûçûn û pirsên xwe li ser mijara simînarê anîne ber bas û ji aliyê rêveberê simînarê ve bersiv hat dan.