Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûniştina Nûnerên Kongireya Netewên Îranan Federal li gel çend Parlemantarên Ewropayê

15:57 - 12 Hezîran 2012

Kurdistnamedia: Nûnerên Kongireya Netewên Îrana Federal li Birokselê li gel çend endamên Parlemana Ewropayê rûniştin û hevdîtin pêk anîn.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, di rojên 4 û 5’ên Hezîrana 2012’an, bi armanca pêdagirî li ser pirsa binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, bi taybetî li dijî netewên ne Fars, nûnerên Kongireya Netewên Îrana Federal li gel çendîn Endam Parlemanên Ewropayê li Biroksilê rûniştin û hevdîtin pêkanîn.
Di wê rûniştina du rojî de ra û boçûnên Kongireya Netewên Îrana Federal ji Parlemantarên Ewropayî re hatin şirovekirin û li ser dirûşma “Netewên cuda cuda ên Îranê tenê di demokrasiyek federal û ne navendî dikarin pêşerojek adilane û hevpar hebin”, pêdagirî kirin.
Birêzan Luqmann Ehmedî û Nasir Bulîdeyî, du Nûnerên Kongireya Netewên Îrana Federal çend hevdîtin ku ji aliyê Saziya Netewên Bêdewlet “UNPO” li gel endam parlemanên Ewropayê, rayedarên Ewropayê, şêvirmendên siyasî, navend û bingehên hizrî û saziyên mafên mirovan hatibûn pêkanîn, dan û sitandin û got û bêj kirin.
Hevdîtinên han piştî rûniştinên berê ên Endamên Kongireya Netewên Îrana Fedel li Biroksilê bûn. Rûniştina ku girîngtirîn mijar konferansa du rojî a “Mafên Mirovan û Demokrasî û Federalîzm Di Îranê De” bû ku ji aliyê “UNPO” û “CNFI” di Parlemana Ewropayê de hatibûn pêkanîn.
Mijarên wan hevdîtinan pirsên cudahîdanîn, binpêkirina mafên mirovan bi taybetî di warên ziman, meseb û netewe bûn. Pirsek din ku pêdagirî li ser hat kirin, hewcehiya dana zanyariyan bi Parlemana Ewropayê bû ku nêrînek dirust li ser bûyerên ku îro di Îranê de bi taybetî binpêkirina mafên mirovan diqewimin bû.
Nûnerên kongireyê pêşniyaza riya sêyem ji bo guhertinan, bihêzkirina dijberên rejîmê weke tevgerek giştgîr bi razîtiya hêzên beşdarî tevgerê xistin ber nêrîna kesayetî û aliyên wan hevdîtinan.

Bas û nîqaşên wan rûniştin û hevdîtinan hêviya şopandina wan pirsên hatinî şirovekirin di riya birryarnameyek bilez û basên pêtir ên federalîzmê bo Parlemana Ewropayê ji aliyê Kongireya Neteweyên Îrana Federal ve di îsal de zêde kir.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê