• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-12-15 / 1396-09-24   

Bokan/ Endamekî PDKÎ wefat kir

2014-05-19 / 1393/02/29 - 18:36 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Bokan/ Endamekî PDKÎ wefat kir
Kurdistanmedia: Azad Rehîmî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gundê Gamîşgolî li devera Aleşîna Bokanê, bi sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 18’ê Gulan a 2014’an, endamekî PDKÎ bi navê Azad Rehîmî û birê Husên Rehîmî, seba nexweşiyê li temenê 35 saliyê de wefat kir.

8504.jpg
Azad Rehîmî


Azad Rehîmî sala 1381’a Rojî, pêwendî bi rêxistina PDKÎ girt û tekoşîna hizbiya xwe dest pêkir û di heyamek kurt de çendîn caran ji aliyê Îtilata rejîm Îranê li bajarê Miyandabê ve hatiye bang kirin û ezyet kirine.

Mala navbirî çendîn caran bûye armanca êrîşa hêzên rejîm û serbarî bêrêzîkirin bi wî û malabata wî, kelûpelên şexsî yên wî dest biser de girtine.

Endamê han yê PDKÎ, heya daviya jiyana xwe bi rêbaza PDKÎ û gelê xwe û birayê xwe yê şehîdkirî wefadar ma.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karên “Azad Rehîmî” dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 315 Dî wê hejmarê de:

-Birca Babil
-Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
-Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê