Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê li Fîlendê birêve çû

22:17 - 20 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Di civîna komîteya hêzên Kurdistanî li welatê Fîlendê, serokayetiya vê komîtê bo 6 mehên pêşerojê radestê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 18’ê Gulan a 2014’an, civîna Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê li welatê Fîlendê bi beşdariya komîteya PDKÎ – Fîlendê li bajarê Hêlsînkî a paytexta vî welatî birêve çû.

Civîna han bi ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji cane paqij yê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê destpê kir û piştre raporta kar û çalakiyên vê komîtê hat pêşkeş kirin.

Di pişka din a civînê de, her yek ji nûnerên part û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê rexne û pêşniyarên xwe bi armanca baştir birêvebirina kar û çalakiyên Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê li Fîlendê, derbirîn û di encam de li ser alîkariya pitir û berdewam, bo baştir çalakîkirina vê komîtê, pêdegirî kirin.

Di beşa din a civînê de, daxwaza partiyeke din a Kurdistanî bo endambûn li Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê li Fîlendê xistine ber bas û di vî varê de paş pêşniyar û ra û bûçûnan, biryar hat dan ku her partiyek an aliyekî Kurdistanî ku bixwaze bibe endamê vê komîtê, hewceye ayîname û bername û pêrewa hundirîna Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê bipejirîne.

Di vê civînê de berpirsayetiya Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê bo 6 mehên pêşerojê, bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat sipardin.

Paş civîna Komîteya Alîkariya Partiyên Kurdistanê li welatê Fîlendê, şanda komîteya PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hevdîtineke taybet encam dan û bi hewce zanîn ku alîkariyeke pitir di navber komîteyên her du partî û herwusa helwdan bo kar û çalakiyên hevper ra û bûçûnên hev wergirin.