Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kerkûkê di sê teqînan de 26 gorî

16:34 - 13 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Îro serê sibê li bajarê Kerkûkê sê teqînan sê baregayên ser bi “PDK”ê kirin armanc û di encam de kesekê canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçegihaniyên Başûrê Kurdiastanê, sersiba îro Çarşemî berwar 13’ê Hezîrana 2012’an, li bajarê Kerkûkê sê bûyerên teqînê çêbûn. Teqînên han li nêzîk Baregayên Partiya Demokrat a Kurdistanê bûne, ku du ji wan Baregayan li jêr berpirsatiya “Mesûd Barzanî” Serojkê “PDK” de bûne.

Teqîna yekemîn li taxê “Rehîmava” li nêzîk Baregaya “PDK” çêbû.
Teqîna duyemîn li taxa “Pencealî” li nêzîk Baregaya Yekîtiya Ciwabên Demokrat ên Kurdistanê ên ser bi “PDK” bû û hejmarek kesên di hat û çûyê de bi wê sedemê birîndar bûn.
Teqîna Sêyemîn li taxa “Raperîn” çêbû û di wê teqînê de jî bîroya “PDK” bibû armanc.

Li gorî zanyariyên ku Polîsê Kerkûkê daye ragihandinan, amarên destpêkîn ên wan teqînan bas ji can jidestdana kesekê û birîndarbûna 25 kesên din dike.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê