Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Rêxistina Hevbeş a Kurdistaniyan li Biljîkê

20:01 - 28 Gulan 2014

Kurdistanmedia : Rêxistina Hevbeş a taybet bi hêzên siyasî ên Kurdistaniyan li welatê Biljîkê li jêr navê RHKB ava bû.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşem 25’ê Gulan a 2014’an, li buroya Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Bruksilê, çend hêzên siyasî yên Kurdistanî bi armanca pêkanîna Rêxistina Hevbeş a Kurdistaniyan li Biljîkê civiyan û piştî çend civînên dû hev û hevbeş û guherîna bîr û rayan, ev sazî bi fermî hat avakirin.

Deqa daxuyaniyê bi wî awayê ye:

Ji bo zelal bûna bêhtir a armancên avakirina vê rêxistinê, pêdivî ye em rabigehînin ku ev saziya hevbeş ser bi çi aliyek siyasî ya taybet nine. Belkî hemû partî û aliyên beşdar di vê rêxistina Kurdistanî de, bi armanca hevkarî kirin li ser pirsa kurd û rêvebirina cejna netewî ya Newrozê û saz kirina semînra û civînan li jêr ala Kurdistanê li welatê Biljîkê pêk hatiye.
Avakirina vê rêxixstinê bo me Kurdistaniyan li her hemû beşên Kurdistanê yên welatê Bijîkê pêdiviyeke dîrokî bû ji bo bi hevre jiyan, aştî û pêşveçûnê li diyaspora. Herwiha bi rêyavê rêxixistina hevbeş, bi yekdengî em dikaribin li ser rewş û pirsa Kurd baştir kar bikin û dengê xwe bigehînin kom û komeleyên welatê Biljîkê.

Em weke partiyên siyasî yên beşdar di vê rêxistinê de, daxwaz dikin ji hemû aliyên siyasî yên kurdî yên rûniştî li welatê Biljîkê, bona bi hevre jiyan, yekîtî û tebahî û hesta bilind a netewî û herwiha hevkariyên zêdetir tevlî vê rêxistinê bibin. Mafên siyasî û hiqûqî yên hemû hêzêke siyasî ya beşdar di vê rêxistinê de parastî ne.

Beşdariya we di vê rêxsintinê de serbilindî ye bo me û netewa Kurd.
Yekgirtin serkevtinê garantî dike

Partiyên siyasî yên endam di vê rêxistinê de pêk hatine ji:

- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
- Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
- Partiya Demokrata Kurdistanê
- Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê