Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê 18.5 sal heps û hezar û 110 qemçû ji 37 çalakên berevankarên gola Urmiyê re

16:57 - 13 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Cezaya hepsa helawêstî û lêxistina qemçûya bi ser 37 berevankarên gola Urmiyê de di pêwendî li gel beşdarî di nerazîtiyên Urmiye û Tewrêzê de hat sepandin.
Li gor rapora nûçegihaniya “Hirana”, berwar 11’ê Hezîrana 2012’an,hukmê 18 sal û nîv û herweha lêxistina 1110 qemçûyan bi ser 34 çalakên berevankar ên gola Urmiyê de hat sepandin.
Cezaya her yek ji wan çalakan 6 meh hepsa helawêstî û wêxistina 30 qemçû hatiye ragihandin.
Cezaya ku ji wan hevwelatiyan re hatiye diyarî kirin, bendên 1 û 2’ên carnameya gerdûnî a mafên mirovan û siyasî ku bas ji mafên azadiya raderbirînê û mafên tenahiya bawer û eqîdeyan dike, hatine binpêkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê