Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdên Rojavayê bi hevbeşî konterola herêma Kurdî li Sûriyê dikin

20:34 - 13 Hezîran 2012

Kurdistnamedia: Sazî û aliyên Kurdên Sûriyê pêkhatî ji Partiya “PYD” û “ENKS” li jêr çavdêriya Dîwana Seroktiya herêma Kurdistanê de lihev civiyan.


Li gor rapora nûçegihaniya “Avestakurd”ê, li bajarê Hewlêra Paytextê Herêma Kurdistanê, Kurdên Sûriyê pêkhatî ji Meclîsa Gel a ser bi “PYD” û Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê “ENKS” lihev civiyan û di wê civînê de her du aliyan li hev kirin ku bi hev re Rojavayê Kurdistanê konterol bikin û weke berê PYD her tiştî nexe bin kontrola xwe û îzna beşdariya aliyên din nede.
Her du aliyan li ser 7 xalan lihev kirin ku xalên herî girîng ev in:

- Her du alî bi hev re herêma Kurdan konterol bikin, lê bêyî bikaranîna çek û sîlah.

- Her du alî bi hev re konseyeke bilind ava bikin.

- Hemû hêzên çekdar ji herêma Kurdan werin kişandin. Di vir de Mebest çekdarên PYD ye, ENKS xwest ku PYD çekan dayne, ji ber ku bikaranîna çekan li herêma Kurdan li Sûriyê ji aliyê “PYD” ve, dibe sedema nerazîtiya Kurdan û rê li ber kiryarên metirsîdar di nava Kurdan de vedike.

- Di dema kontrola herêmê de karên her du aliyan hevbeş be.
Eva dibe girîngtirîn hewla Kurdên Sûriyê di dema rabûna xelkê Sûriyê de ku bi awayek aşitîxwazane aliyên Kurdî lihev tên û bas ji konterola herêma Kurdan li Sûriyê bi awayek hevbeş dikin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê