Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Japon bi 130 Milyon kes 250 hezar û Îran bi 750 Milyon kes, 7 Milyon dozên qezayî hene

22:18 - 13 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Li gor Qaymiqamê Wezîrê Dozgeriyê, di Îranê de 7 Milyon dozên qezayî hene, û mamostayek mafnas jî bas li hebûna 8 milyon dozên qezayî di Îranê de dike.
Qaymiqamê Wezrê Dozgeriyê dibêje: 250 hezar girtî di girtîgehên rejîma Îranê de hene ku bi hesab malbatên wan nêzîk 20 milyon kes di metirsiya xesarên civakî de ne.
Seîdî heweha ajame kir: Japon bi 130 milyon kes xulyaqet 250 hezar dozên qezayî hene ku eva nîşana serkevtina çalakiyên civakî bi armanca pêşgirî ji tawanan di wî welatî de ye.
Heyamek berî hina Dr. Elî Necefî Mamostayê Maf û Tawannasiyê gotibû: 8 milyon doz di dadgehên Îranê de li jêr pêdeçûnê de ne û 16 mlyon kes jî bi awayek rasterast bi dozên cezayan ve bengdar in.
Li gor gotina wî mamostayê Zanîngehê, di rewşa niha a Îranê de 8 milyon dozên cezayê di dadgehan de hene û kêmî ve her dozekê kesek daxwazkarê\\a dozê û xweedî dozek hene ku di encam de 16 milyon kes bi awayek rasterast bengdarên wan 8 milyon dozan in.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê