Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li Urmiyê koça dawî kir

13:44 - 5 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bavê şehîd Sidîq Temûyî xelkê gundê “Bêçecûk”a Soma li bajarê Urmiyê, seba nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanemdia, Derwêş Temûyî naskirî bi “Mihemed Hacî Ebdullahê Holistane” bavê şehîd “Sidîq Temûyî” şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê, roja Duşemî 2’ê Hezîran a 2014’an, li nexweşxaneya bajarê Urmiyê li temen 82 saliyê de wefat kir.

Nivbirî kesayetiyekî Kurdperwer û nîştimaperwer bû û seba ew helwêsa nîştimaniye ku hebû, bo heyamê yek sal ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve kete girtîgehê û hetiye eşkence kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê navbirî dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad be