Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Merîwanê mir

16:57 - 7 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rûniştiyê gundê Nê a ser bi bajarê Merîwanê seba kirîza demax wefat kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Înê 6’ê Hezîran a 2014’an, Mihemed Ejderî endamê PDKÎ, xelkê gundê Nê a ser bi bajarê Merîwanê, seba kirîza demax di temen 50 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Ejderî sala 1988’an a Zayînî bi tometa endametî di PDKÎ de li girtîgehên rejîma Îslamî a Îranê li bajarên Sine û Kamyaranê hatibû girtin.

Navbirî kesayetiyekî xweşnav û cihê itmînan xelkê deverê û bi xasmanî gundê Nê bû.

Termê Mihemed Ejderî di wê rojê de di goristana gundê Nê de teslîmê erdê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe ji malbat û kes û karê Mihemed Ejderî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û hev xem û pişikdar dizane.

Riha wî şad