Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba “fîzyolojiya” jinan, madeyên hişber pêtir derûn û cismê wan tevlîhev dike

14:48 - 14 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: 60 hezar jinên muitad di Îranê de hene û 35 ji sedî a wan di riya hevalên xwe di mêvaniyan de û 65 ji sedî jî di riya hevjiyên xwe ên muitad ve tuşî îtiyadê dibin.

Li gor rapora malpera “Irna” li zarê karnasên warê îtiyadê ve, di Îranê de 60 hezar jinên muitad hene û di temenê navbera 25 heya 34 saliyê de ne. Pirraniya wan jinan jî madeyên weke şîşe û hebên serxweşker bi taybetî “extasy” bikar tînin.
Mamostayek Zanîngehê yê şareza di warê îtiyadê de dibêje: Madeyên hişber ên sunnetî weke hiroyîn û tiryak, mesrefa mêran e, lê madeyên weke şîşe ji ber ku nûhatî ne, xureka mêran ninin û pêtir jin madeyê han bikar tînin.
Ew mamostayê Zanîngehê zêde dike ku madeyên nû weke şîşe, heza xwarinê kim dike û “bandora wê jî kimkkirina kêşa laş e”, bawer bixwebûnê zêde û mirov wêrek dike, ji ber vê yekê jinên Îranî bi awayek berbi çav rû li wî madeyî kirine.
Mukrî tevî amajekirin bi zêdebûna amara jinên muitat di Îranê de got: Îtiyada jinan xesarên din ên civakî hene weke tevlîhevkirna ewlehiya malbatê, nesaxiyên cur bi cur bi taybetî penceşêr û tevlîhevkirina cism û derûna wan.
Şarezayek din a wî warî tevî amajekirin bi bikaranîna zêde a hebên serxweşker ji aliyê jinên muitad ve got: Bikaranîna madeyên hişber ji aliyê jinan ve dibe seba beravêtina zarokan, nivîşkanbûna zarokan û nesaxiyên cur bi cur di dema pêgiraniyê de û zarokbûna zûtir ji dema xwe de.

Ferhad Eqtar şareza di warê devberdan ji îtiyadê dibêje: Ji ber ku madeyên hişber seba cudabûna fîzyolojiya jinan pêtir cism û derûna wan tevlêîhev dike, devberdana jinan ji madeyên hişber pirr zehmettir e ji a mêran.

Mamostayê Zanîngeha Zanista Pijîşkî yê Tehranê dibêje: Pêşîneya jiyana muitadan nîşan dide ku ew di zaroktiyê de nearam û şegal bûne û di mal û qutabxaneyan de şiyana lihevkirin û sazanê tev hevalên xwe nebûne. Lewma kesên wuha pêtir ji karên cuda hez dikin û zûtir berbi madeyên hişber ve diçin.
Ew pijîşkê derûnî herweha dibêje kesên han ji direw, dizî û eciziya xelkê hez dikin û madeyên hişber bi alavê hêminkirina xwe dizanin.
Navbirî eva jî zêde kiriye, “dayîk û bavên ku di her warekê ve piştevaniyê ji zarokên xwe dikin û karên nebaş ên wan serpoş dikin, zarokên wan çavnihêriyên zaf ji xelkê hene û di lihevkririn li gel xelkê de tûşî pirsgirêkan dibin.
Navbirî zarokên wuha bi kesek dijî civakî û derfetek baş ji qaçaxçiyên madeyên hişber re da zanîn.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê