Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinekî navdar a Kurd li Mihabadê wefat kir

21:54 - 8 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Gewher Tac Xanim yek ji jinên navdar ya malbata Qazî û Feyîzullah Begî, li bajarê Mihabadê çû ber dilovaniya xwedê.

8640.jpg
Gewher Tac Xanim


Li gor rapora Kurdistanmedia, Gewher Tac Xanim naskirî bi “Xanime Xanim” keça Serdar Şehîd Sedrê Qazî û birazayê Pêşewa Qazî Mihemed, roja Înê 26’ê Hezîran a 2014’an wefat kir.

Gewher Tac Xanim paş şehîdbûna malbata Pêşewa Qazî Mihemd û Feyîzullah Begî, di dirêjedan bi rêbaza wan şehîdane û pêgehandina malbata xwe rolekî berçav hebû û mala wî hertim bo mêhvanan û tekoşerên Kurd wekirî bû.

Xanime Xanim kesayetiyeka xweşnav û nîştimanperwer û ji aliyê xelkê deverê ve rêz û hurmetekî tahbet hebû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe ji malbat û kes û karê Gewher Tac Xanim dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û hev xem û pişikdar dizane.

Riha wê şad