Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Diya şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê wefat kir

19:54 - 9 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Dayîka Şehîd Heyîder Aqazade şehîdê PDKÎ li bajarê Urmiyê seba nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, xanima Sitî Dalanser keça Hacî û dayîka şehîd “Heyîder Aqazade” xelkê gundê “Qocix” a ser bi devera Enzelê ya bajarê Urmiyê roja Yekşemî 8’ê Hezîran a 2014’an, seba nexweşiyê di temen 79 saliyê de koça dawiyê kir.

8648.jpg
şehîd Heyîder Aqazade


Navbirî jinekî nîştimanperwer û pêşmerge hezkirî bû û herdem hisreta wê rizgariya welat bû.

Termê dayîka Sîtî di nav aporaya xelkê deverê û li gundê zêda xwe gundê “Tendûrk”ê definandin.

Navbirî ji bilî kurê xwe biraziyek bi navê “Kerîm Dalanser” zawayek bi navê “Şewêş Natiq” wê jî di rêza Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de hatine şehîd kirin.

Şehîd Heyîder Aqazade pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku di şerekî qehrimanane de li sala 1983 li gundê “Gole Genî” şehîd bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê xanima Sitî Dalanser dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wê şad