Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyetek PDK Îranê di pirseya dayîka Dr. Berhem Salih de

15:45 - 15 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rê û resma pirse û sersaxiya koça dawî a “Rohak Erûf” dayîka Dr. Berhem Salih li bajarê Silêmaniyê beşdarî kir.
Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanamedia, berwar 14’ê Hezîrana 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rê û resma pirse û sersaxiya “Ronak Reûf” dayîka kesayetiyê siyasî yê navdar, birêz “Dr. Berhem Ehmed Sahil” li mizgefta “Ehmed Hacî Elî” li bajarê Silêmaniyê beşdarî kir.

1294.jpg


1293.jpg


Birêz “Hicrî”, di rê û resma han de ji aliyê PDK Îranê ve sersaxî da Dr. Berhem Salih û malbata wî a nîştimanperwer û hevxemiya partiya Demokrat li gel malbata wî nîşan da.
“Ronak Reûf” yek ji jinên xebatkar û nîştimanperwer ên Kurd bû ku di dirêjiya temenê xwe de xizmet bi xebatkarên Kurd kiriye û di warê xebata sivîl de jî yek ji jinên çalak ên bajarê Silêmaniyê û herêma Kurdistanê bû.
Seba wan kar û xebatan bû ku korr û civatên sivîl bi rêz û hurmet ve ji pêgeh û şûnpêyên wê di civakê de binêrin.

1292.jpg