Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîkayê li dor pirsa navikî a Îranê ji Obama re nameyek şandin

14:59 - 16 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: 44 Senatorên Amerîkayê nameyek di pêwendî li gel got û bêjên li ser pirsa navikî a rejîma Îranê ji Obama re şandin û amaje kirine ku ger rejîma Îranê li ser sê pirsan razî nebe, dawî bi wan got û bêjan bînin.


Li gor malpera “BBC” 44 Senatorên her du partiyên Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkayê nameyek ji Barak Obama re şandine. Nûçeyê nameya han roja Îna derbasbûyî di Kovara “Kalîkfarn Palîsî” de belav bûye. Di nameyê de hatiye ku dema vê yekê nemaye ku rejîma Îranê bi awayekê gavan hilîne ku ji civaka Navnetewî re eyan bike bernameya navikî a wê bi awayê ku dibêje aşitîxwazane ye. Dema rejîma Îranê wan gavan davêje, gerek wa bifirin ku rejîma Îranê ber bi çekên navikî ve diçe û got û bêjên navikî jî weke derfet bo bidestxistina dem û serpoşekê ji berxwarkirina hizrên civaka cîhanî mifahê distîne.
Senatoran di nameya xwe de herweha ji Obama re dibêjin: “Em dizanin ku tu jî mîna me difikirî ku nabe rejîma Îranê bigîje wan şiyanan”.
Di beşek nameya han de hatiye, ji bo ku got û bêj li gel rejîma Îranê berdewam bin, gerek rejîma Îranê sê xalan bipejirîne:

Berî her tiştî dameziriyên Firdo li nêzîk Qumê dabixe. Duyem, gişt pîtandina servey 5 ji sedî bisekinîne û ya sêyem jî gitş yoraniyoma çirrkirî a zêdeyî 5 ji sedî ku heye, bişîne dervey Îranê.
Senatorên her du partiyên sereke ên Amerîkayê dibêjin: “Em dizanin ku xwastên han hemen xwastên got û bêjên Bexdayê ne. Ger rejîma Îranê bi kiryar ew xwast pejirandiban, gerek heya niha rêkkevtinname birêve biriba. Di wî halî de pasawek ji bo berdewamiya got û bêjan bi rûniştina Miskoyê ve jî hebû.

1300.jpg


Wan ji obama xwastiyek ku tehrîmên niftî ên li ser Îranê ji aliyê welatên din ve kim neke yan jî nexe direngiyê.

Ew herweha dibêjin ku “tenê bi awayekê em dikarin bigîjin encamek dîplomatîk ku rejîma Îranê hest bike tehrîm “berdewam û kartêker” in.”
44 Senatoran di beşek nameya xwe de ji Obama xwastine ku ger di got û bêjên Miskoyê de encamek bidest neket, di hizra got û bêjên din de nebe, belkî di riya tehrîmên giran û zêdekirina îhtimala êrîşa nîzamî, givaşek zêde bixe ser rejîma Îranê.
Şêvirmendek bilind yê Senaya Amerîkayê li gel kovara “Farn Palîsî” gotiye: “Peyama wê nameyê ev e ku sebr û tehemila Kongirêsa Amerîkayê li hembr got û bêj û hevdîtinên bêencam bidawî bûye.
Ji Îraniyan re her derfetek hebûye ku armanca erênî a xwe nîşan bide, lê wan li hember de bernameya navikî a xwe dewam kir û em dîsan ji wan bixwazin bihên ser maseya got û bêjan. Em nikarin karê han bidomînin. “

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê