Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê hêzek zaf a nîzamî di deverên sînorî ên bajarên Serbeşt û Pîrnaşarê de cihgîr kirine.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 14’ê Hezîrana 2012’an, hêzên rejîma Îranê hejmarek çekên giran wek tank û turmbêlên çekhilgir bo aliyê sînorî ên Serdeşt û Pîranşarê veguheztine.
Hêzên rejîmê çekên han di nava bajarê Pîranşarê de derbas kirine û hêj mebesta rejîmê li wî karî ji xelkê re eyan nebûye û tirsek xistiye nava xelkê wê deverê.
Rejîma Îranê her sal di wê werzê de hêzên xwe di deverên sînorî ên Kurdistanê de cihgîr dike û bi hêceta parastina ewlehiyê manorên nîzmaî encam dide û daristanên Kurdistanê dişewitîne.
Tîrmeha sal derbasbûyî, hêzên rejîma Îranê deverên sînorî ên Serdeşt û Pîranşarê topbaran kirin û di encam de 3 hevwelatiyên herêma Kurdistanê kuştin û sedan kes jî ji gund û warên xwe aware bûn.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê