Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa hêzên rejîmê bo ser xelkê gundê “Dizlî”ê devera Hewramanê

16:51 - 16 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê li gundê “Dizlî”ê ser bi bajarê Merîwanê, pêşî ji kasibiya ser sînor a xelkê girtine û daxwaz ji ciwanên wî gundî kirine ku bibin besîc.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, li gundê “Dizlî”ê ser bi devera Merîwanê, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê givaş xistine ser pezdarên wî gundî û pêşî ji anîna giya û alifên heywanan li çiya girtine.
Her di wê pêwendiyê de rejîmê îzna kasibkarên xwedî îzna kasibiya ser sînor ên wê deverê nedaye.
Li gor rapora han berwar, 15’ê Hezîrana 2012’an, Serhengek Sipaha Pasdaran a rejîmê li bajarê Sewlawa, di nimêja Înê a gundê “Dizlî” de axaftiye û bi xelkê ragihandiye ku ciwanên wan dikarin di hola werzişî de mijûl bibin û navên xew ji bo besîciyê binivîsînin. Wî fermandeyê rejîma Îranê ji navnivîsandinê re jî merc diyarî kirine ku tenê ciwanên 18 heya 24 salî dikarin çek hilgirin.

Li gor gotina hevwelatiyek gundê “Dizlî”, wî Serhengê Sipahê çekdariya rejîmê bi kar û pîşe daye zanîn, lê xelkê bersiva nerênî daye wê xwasta meimûrên rejîmê.
Rejîm di halekê de pêşî ji kasibiya kolber û kasibkarên ser sînor digre ku karta kasibiya ser sînor ji ewan re çêkiriye.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê