Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê “Hums”ê bû armanca topbarana rejîma Esed

21:14 - 16 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Sedan malbat li bajarê “Hums”ê ji aliyê topxaneyên rejîma Beşar Esed ve hatin dorpêçkirin û piştre hatine topbarankirin.
Saziya manfên mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de wxazyarê têkiliyên Sekreterê Giştî yê Saziya “NY” bo dawîanîn bi bomberaranên bajarê “Hums”ê ji aliyê Erteşa ejîma Beşar Esed ve bû. Çavkaniya han ragihandiye ku hezaran malbatên Sûriyê ji jin û zarokan ve heya pîr ciwanan, îro bûn armanca bombebarana hêzên dewletî ên rejîma Sûriyê û 18 hevwelatiyên Sûriyê hatin kuştin.
Îro berwar 16’ê Hezîrana 2012’an, Berpirsê Çavdêrên Navnetewî “Rabêrt Mot” ragihand, zêdebûna tund û tujiyan karê çavdêran dijwar kiriye.
Dewleta Firansa roja derbasbûyî nigeraniya xwe li hember êrîşên rejîma Beşar Esed bo ser bajarê “Hums”ê nîşan da.
Ji aliyek din ve jî Komîteya Hevahengî a Şoreşa Sûriyê bombebaranên bajarê “Hums”ê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve bi tundî mehkûm kir.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê nûçeyê destbiserkirina Sedan hevwelatiyên nerazî li Dîmeşqê belav kiriye.
Hevdem Encumena Nîştimanî a Sûriyê li Istenbolê got û bêj ji bo pênaseya bîr û rayan ji bo pêşeroja Sûriyê destpê kiriye.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê