Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî ayînî ê nîştimanperwer di Urmiyê de koça dawiyê kir

15:18 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Mamosta Mela Ehmed Nehayî kesayetiyê olî û nîştimanperwer yê Kurd di temen 81 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora kurdistanmedia, Mamosta Mela Ehmed Nehayî kesayetiyê naskirî yê ayînî û nîşimanperwer ê Kurd, roja Duşemî bervara 16’ê Hezîran a 2014’an, li gundê “Şeqlawa Mehal”a ser bi devera Mirgewer a Urmiyê di temen 81 saliyê de wefat kir.

8704.jpg
Mamosta Mela Ehmed Nehayî


Navbirî pişkekî zaf ji jiyana xwe bo xizmetkirina bi nîştimana xwe di her çar parên Kurdistanê de terxan kiribû û di her cihekê ku bi hewce zanîba bo xizmetkirinê amade bû.
Mamosta Mela Ehmed Nehayî pirtûka Quranê bi tewawî û hedîsekî pêxemberê Îslamê û Golistana Se’dî ji ber bû.
Di pirtûka jiyannama “Ellame Mihemed Barzanî” mamosta Mela Ehmed Nehayî weke yek ji zanayên bi bandor di asta bajarê Urmiyê û derdora wî hesibandiye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê Mamosta Mela Ehmed Nehayî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad