Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina 4 hevwelatiyên Kurd li Mehabadê ji aliyê hêzên Ewlehî ve

13:57 - 17 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Du xwendekar û du hevwelatiyên din di dema gazîkirin bo îdareya Îtilaata bajarê Mehabadê, bibê tu tometek diyarkirî hatin destbiserkirin.


Li gor malpera “Ceres”, “Diyako Xeyat” xwendekarê Qonaxa Karnasiya Bilind a zanîmngeha Tehranê roja Pêncşemiya derbasbûyî bo îdareya Îtilaata bajarê Mehabadê hat gazîkirin û piştre hat destbiserkirin.
Nûpçegihaniya Mukriyanê jî belav kir ku di roja 12’ê Hezîrana 2012’an, “Yeqûb Xizrî” Şêvirmendê Perwerde û Hînkirinê û xwendekarê rişteya karnasiya bilind a derûnnasiyê, “Umîd Qadirîeqdem” wênegir û dekyomentar û “Cemal Qadirnijad” xelkên gundê “Hacî Hesen” ên ser bi Miyandoavê bo îdareya Îtilaatê hatin gazîkirin û li wir destbiserbûn.
Li gor rapora han, ji tomet yan tometên renge biwan hevwelatiyan dabin û herweha li cihê ragirtina “Diyako Xeyat” tu zanyariyek di berdest de tune ye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê