Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekinîna çalakiyên çavdêrên “NY” li Sûriyê, egera destêwerdanên derve zêde kiriye

15:59 - 17 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Kar û çalakiyên çavdêrên navnetewî li Sûriyê hat sekinandin û Rojava di hewla riyek din a çareseriyê de ye. Hin alî bas ji êrîşa nîzamî dikin.


Li gor rapopra malpera “DW” saziya “NY” seba berdewamiya tund û tûjî û komkujiya hevwelatiyan di Sûriyê de, duh 16’ê Hezîrana 2012’na, bi neçarî çalakiyên çavdêrên birêveberên gelaleya aşitiyê sekinandin.
Li gor rapora han, biryara “NY” eşkeretirîn nîşaneya şikesta gelaleya aşitiyê a ku ji aliyê civaka nîhanî ve di riya Kofî Ennan bi rayedarên Sûriyê hatibû ragihan din e.
Wezîrê Derve yê Birîtanyayê bi mehkûmkirina rejîma Beşar Esed seba birêvenebirina gelaleya aşitiyê, çalakiyên çavdêrên navnetwî di Sûriyê de ne mimkin da zanîn.
Navbirî got ku rejîma Beşar Esed tenê kar xirabtir kiriye.
Çavdêrên Mafên Mirovan ên Sûriyê ragihandine ku du roja Şemî berwar 16’ Hezîranê, 60 kes di bajarên Sûriyê de hatine kuştin.
Bûyera ku hêvî ji çareseriya aşitîxwazane re nehiştin.
Ji hema Adara sala 2011’an ve heya niha, li gor amara Saziya “NY” pêtirî 10 hezar kesên sivîl li Sûriyê hatine kuşûtin. Amara ku ji aliyê dijberên rejîma Beşar Esed ve bi nêzîk 15 hezar kean hatiye ragihandin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê