• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2018-02-21 / 1396-12-02   

(Sûriya li hêviya generalek devliken e (Dr.Azad Ehmed Elî

2014-06-25 / 1393/04/04 - 10:02 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
(Sûriya li hêviya generalek devliken e (Dr.Azad Ehmed Elî
Dr.Azad Ehmed Elî

Ji demek Kevin ve hatiye gotin: heger tu bizanibe ka dê çi li sûriye bi qewime, li welatê Misrê binêre. Ev gotin wek ezmûn û dersekî ji dîrokê hatiye girtin. Di helbijartinên rojên 26- 27 gulanê, yên li Misrê birêve çûyin, genral Abdilfetah Sîsî birêjeya 93% biserket, digel ku çûna ser sebetên dengdanê 46% derbasnekir. ev bûyer nîşanê çiye? Li Misrê piştî dengdanên van herdû salan, rastiyek diyar bû, ew jî ewe ku çawabe hejmartin, dengên serokê par hatî helbijartin M. Mursî, pirtirbûn ji yê vî serbazê nû seroktî bidesit xistî. Lê çima bû serok? Çire evqas pîrozbahî ji hemî aliyan jêre tên şandin? Herweha pirisyar dimîne, çire yê par hatî helbijartin hîn dizêdanê deye?

Rewşa siyasî-eydiyolocî li Rojhelata Navîn di sala çaran de ji Buhara Erebî mirov dikare di çend rêzan de destnişan bike. Civaka Ereb tî bû ji bo demokrasî û azadiyê, gelek çalakî û qurbanî diber pêşkevtinê de çalakvan dan, lê wek encam, li dawîyê civakên welatên Erebî haint naskirin ku hîn ne amadene ji bo birêxistina civaka sîvîl, û nejî dewleta democrat dikarin avabikin, û baş birêve bibin. Ereb wek civak, kultûr, û sistema bîr û baweriyên olîyên rûniştî hêjî li serdemên berê dijîn. Gava dixwazin deselatê nûbikin û guhertinan li darxin, mixabin bi sedên salan li paş di vegerin. Ev navwar rastî çêbû, û ev diyarde careke din hat tekezkirin.

Ji ber vê têbîniyê û çend eger û binasên din, buhara erebî têkçû, û rewşa siyasî nebaştir ji berê lê hat. Bitaybetî di ware guhaztina deselatê de, û avakirina sistemek dimokratîtir li her pênc dewletê tevgera Buhara Erebî lê çêbûyîn, ewjî evin:(Tûnis, Misr, Lîbya, Yemen, û Sûriye).

Gelek lêkoler û şirovekar dibînin ku rewşa demokrasî yê dê li van welatan berbipaşve here, çima û çawa?! Careke din ev dewlet û civet vegeryan duriyaneke Kevin, ew duriyana dide xuyakirin, yan islamist dê hukimdarbin, yan jî leşker u General pêwîste vegerin van civakan control bikin. Ev terazûya wêran kê çêkir, û çawa durist bû? Civaka Erebî û taybetmendiyên wê di pila yekê de diberde berpirsyarin, û heger fakterin din jî hebin? Ew hemî beşdariyê di damezrandina vê alozîyê de dikin.

Çawa be rewş ber bi hukimdariya supa û leşkeran ve diçe, taybetî li hemî dewletên ketin di bin bandore prosesa (B.E) de. çima? Bikurtî, ji ber ku rêxistinên islamî şaş çûn, û ew dewlet ber bi şerê navxweyî û perçebûnê ve bigermî ajotin, kes nema dikare wan civak û dewletan bi parêze û kontirol bike, ji bilî supa û hêza leşkerî ya fermî.

Niha li Lîbiya general Xelîfe Hefter tê amadekirin ji bo yekîtiya Lîbiya bi parêze, û sistemek nîvdemokrat damezrîne, û li hember hêzên tundrew yên islamist raweste, lê dê bikaribe bi vê erekê rabe û serbikeve, yan ne?

Rejîma hukimdar li Sûriye di destpêka meha şeşan de helbijartinên serokê dewletê çêkirin, ji bilî serokê niha (Beşar Esed) du kandîdên din hene, lê xuya û diyare, weke hercar li sûriya di qewime, Beşar Esed biserket di helbijartinan de, û rêje û hejmara dengên wî nêzîkî yê general Sîsî bû!

Di van çend heyiv û salên bêde, piştî qunaxa siyemîn ji seroktiya(B.E) çi dê li sûriye bête guhertin? rewşa mirovan, prosesa demokratiyê dê di kî alî ve here? Ya ji min ve diyar ewe ku tu guhertinên kûr çênabin, û herweha şer û pevçûn, dijkujiya li ser desalate dê berdwam bike, heta li meydanê generalek peydabibe, generalekî karîger û devliken ji vê qûnaxa hestyar re pêwîste û gereke, ew generalê ku divê aliyên serekî di kêşeye Sûrî de wî bi pejirînin, hingî belkî tîrêja çareseriyekê rê li pêş prosesa diyalogê û hevkariyê veke. Berî çend heyvan hêzên navdewletî hewldan ku general Idirîs amade ji vî karî re bikin, lê ew pêşniyar biserneket.

Diyare di vê tengasî û kirîza siyasiya rojhilata navîn de, û li gor vê terazû û zemîna van çend salan hatî sazkirin, grûpek nuh ji generalên supayin dewletên deverê dê desolatê bidestbigrin, û wê li ser kursî û textê hukim demek dirêj rûnin. Generalê sûriye yê piştî (B.E) kîye? Kengî dê kursîyê seroktiyê jê wegere? Çawa wê Sûriye jinûve avabike? Eve pirisyara bê bersiv. Lê ya rast, û li gor vê xwendinê prosesa demokratî kirin û çaksazkirina rojhilata navîn herweha gelekî li paşket.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 319 Dî wê hejmarê de:

-Rasan û Pêşmerge
-Deqa axavtina Dr. Mîro Eliyar peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê
-Şêlûtiyên “Social media”yê
  • Şêlûtiyên “Social media”yê Şêlûtiyên “Social media”yê
    Em di civakekê de dijîn ku tê de her sal ji bîr û hizr ve bigre heya xwast û pêwîstî û hezkirin û hêvî, heya nerazîbûn û şoreş, hemû tiştek di çarçoveya xwesteke takekesekî û veşartî de maye, û bi sedema tirsa ji dezgeha serkutê ya rejîman, civak û texên di nav de, şêwe û şêwaza giştî bi xwe ve negirtiye.
  • Rasan û Pêşmerge Rasan û Pêşmerge
    Di vê rewş û qonaxa nû de, çi pêwîst nake, ku tenê çiya hêlûna pilingên nava rewta xebatê be, belkû bajar dibe fêrgeha siyas-nizamî û pêşmerge bar tîne, û bi şêwaza nû û hewce wan perwerde dike. Di vê berg û erka nû de, êdî jin û mêr çav li asoya rohn, keç û kurên dil pirr ji hêvî di nava bajar de, li hewşa malên xwe de, çekên veşartî ên bav û bapîrên xwe de, radikin, û paqij dikin. Ew bi paqijkirina van çekan û xweperwerdekirinê, erk û wezîfeya pêşmergê parêzerê xelkê digrin stûyê xwe, da ku bi vî zimanî dgel rejîmê baxive, ku jê tê digihîje.
  • Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike. Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike.
    Kurdistanmedia: Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pêşkêş kir.
  • Rasan û guhertin Rasan û guhertin
    Qanaxa Rasanê, qonaxek e ku pêwîst bi nûbûnê û cardin jêponijînê heye di hemû biyavan de, û kar û tekoşîn, û xewn û şêwaza pêngavhilgirtina ber bi hêviyan ve diyarî dike.
  • Komara kurdistanê nahê jibîrkirin Komara kurdistanê nahê jibîrkirin
    Zimanê kurdî bibû zimanê fermî yê îdare û qutabxanan li Rojhelatê Kurdistanê, û rojname û kovar bi zimanê Kurdî dihatin weşandin.
  • Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye
    Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye. Hicrî destnîşan kir ku di çerçoveya demokrasiye de piştgiriya xwepêşandanan kirine û Îran ti wext ji bo diyalogê bi wan re rast tevnegeriya ye.
  • Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî
    Wek erkek nîştimanî em dibe têkoşîna xwe bo nasandina baştir û zêdetir ya nirxên welatperwerî û nîştimanperwerî ku li Komara Kurdistanê ve bo me bi mîrat mane zêdetir bikin, û ew yeka jî, wê yekîtiya di navbera hemû Kurdistaniyan de zêdetir û riya gihîştin bi armancên Komarê jî ronahîtir bike.
  • Dengê Rasana gelan nabihîzin Dengê Rasana gelan nabihîzin
    Di roja 7`ê Befranbara 1396`an, di dawî rojên sala 2017`an Zayînî de, bizava mafxwaziya neteweyan û xelkên Îranê piştî çend civînên nerazîbûnê, wekî rûbareke boş, bendava astengiyên hemûreng ên rejîmê herifand, û lehiyeke sertaserî li Îranê de rê xist.
  • Pêşmerge sembola azadiyê Pêşmerge sembola azadiyê
    Şer û xebata Pêşmerge li hember dagîrkarî û terorîzm û tundajoyiya herêmî, nasname û giraniyek cîhanî daye heybet û felsefeya azadîxwaziya Pêşmerge, û di navendên xwedîbiryar ên dunyayê de, weke peyamnêr û xebatkarên aştî û azadî û wekheviyê tên binavkirin, û xelat bi wan têne bexşîn.
  • Yelda û Rasan Yelda û Rasan
    Sirûda nû ya Rasanê, reh û rîşe di kultur û lênihêrîna Kurd, û ji watabexşînên rêberê şoreşê Qasimloyê rêber û nemir wergirtiye, û demarên efsaneyên civakê dilivlivîne, lewra dilê xelkê digel dilê Rasanê lê dide.
  • Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2) Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2)
    Hekî mirov di nava hemû belge û peymannameyên navneteweyî ên taybet bi mafê mirovan û mafê girûp û neteweyan de bigere, tiştekî bi navê parastina yekparçeyiya welat yan xakê nabîne.
  • 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê
    Gelê me bi rênîşandan û pêşengtiya pêşmerge ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestvegirtina çarenivîsa xwe, mil bi milê pêşmerge şoreşek nû meşandiye. Êdî bi derketina îradeya pêşmerge guman nemaye ku ne çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne, ne jî bajar bê stargeh in.
  • Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê
    Niha piştî borîna midehek zaf bi ser wê bûyera dilêş û trajîk re, xelkê deverê li gelek biyavan di jêr givaşan de ne û sir û seqema Zivistanê, barîna baranê û nebûna êvirgeh û nemaze xîwetan, lêqewmayên deverê xembar û nîgeran kirine.
  • Birca  Babil Birca Babil
    Bûyerên kevn ên dîrokî û heya ustûre jî dibêjin, bona vê ku tu civakekê lawaz bikî, da ku bixwe ber bi rizîn û herifînê ve here, ya baş ew e ku tu şer û nexweşiyê bixî nava wan de, û wan mijûlî kêşeyên navxweyî ên wan bixwe bikî, da ku hem kêşeya serekî ji bîra wan here, û hem jî bixwe di nav xwe de koka hev biqelînin.