Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarek Makoyê hat kuştin û ciwanek Urmiyê jî di avbenda “Noşan”ê de xeniqî

17:36 - 17 Hezîran 2012

Kurdistanemdia: Xwendekarek keç a Kurd li ser cadeya Selmasê ji aliyê du kesan ve hat kuştin û ciwanek bajarê Urmiyê jî di avbenda “Noşan”ê de canê xwe ji dest da.
Nûçegihaniya “Kurdpa” belav kir ku Xwendekarek Kurd a bajarê Makoyê bi navê “Mehnaz Qendkanlû” keça Mihemd ya gundê “Mîlan”a ser bi bajarê Makoyê ku li bajrê Selmasê mijûlî xwendinê bû, li ser cadeya Selmasê ji aliyê du birayan ve hatiye revandin û piştî desdirêjîiya cinsî, pere û zêrên wê jêkirine û piştre kuştine.

Termê keça xwendekar du rojan berî niha ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin.
Bikujên wê keçê hatine destbiserkirin û radestî dezgehên qezayî hatine kirin.

Li gor hemen çavkaniyê herweha hatiye belavkirin ku duh berwar 16’ê Hezîrana 2012’an, ciwanek Kurd bi navê “Îsmaîl” kurê “Ebdulmenaf” temen 23 salî û xelkê gundê “Balacix”a ser bi bajarê Urmiyê di dema melewaniyê de di avbenda “Noşan”ê de binav bû û canê xwe ji dest da.
Li gor gotina xelkê wê deverê, nebûna hêmayên haydarkirinê, diyarnekirina cihên kûr û mend, nebûna melewanên şareza û nebûna hêza hewarhatinê dibe seba canjidestdana seyrangerên wê avbendê.

Avbenda “Noşan”ê li 12 kîlometriya başûrê Rojavayê bajarê Urmiyê hilkevtiye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê