Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek bo pêvajoya Kongira Netewên Îrana Fîdiral li bajarê Hamburgê hat lidar xistin

20:23 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Simînarek li ser pirsa Kongira Netewên Îrana Fîdiral li bajarê Hamburg a welatê Almanê bo berpirsê komîteya PDKÎ di vî welatî de, bi rêve çû.

Li gor rapora Kurdistanmedia, êvara roja Sêşemî 24’ê Hezîrana 2014’an li bajarê Hamburg a welatê Almanê, simînarek li ser pirsa Kongira Netewên Îrana Fîdiral û dawîn konferansa wê kongirê ku di 7 û 8’ê Hezîrana îsal de li bajarê Stockholm a welatê Swêdê bi rêve çûbû, hat lidar xistin.
Simînara han ji aliyê navenda Hamburga piştîwanî ji xebata xelkê Îranê bi pişikdariya Îraniyên rûniştî li bajarê Hamburgê, bo her yek ji Şehriyar Neqşbendî berpirsê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Almanê û Yûsif Kur endamê Kongira Netewên Îrana Fîdiral, hatibû rêxistin.
Di destpêka simînarê de her du korgêr bi kurtî basek li ser pêkhata Kongira Netewên Îrana Fîdiral û part û rêxistinên neteweyên Îranê û endamên kongirê kirin û armanc û rêkarên wê kongirê bo bihevre karkirin û fîdiralî weke sîstemeke baş bo Îrana paş rejîma Îslamiya Îranê bo amadebûyan rûn kirin.

Di dawiyê de pişikdaran li ser navê Kongira Netewên Îrana Fîdiral û curê fîdiral û cih û pêngawên netewên Îranê di vê sîstemê de pirsiyar kirin û ji aliyê korgêran ve bersiv hat dan.