Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

IPSC: Herêma Kurdiastanê xwedî 45 milyard bermîl nifta xaw e

21:57 - 17 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Navenda vekolînên Aşitiyê a Navnetewî, di raporekê de nifta Herêma Kurdistanê 45 milyard bermîl da zanîn, bi qasî nifta welatên Qezaqistan û Lîbiyê. Mijara ku bûye cihê balkişandina şirketên niftî.


Li gor malpera “Rodaw”, Herêma Kuridstanê li sala 2006’an heya niha, 57 girêbestên niftî ên helincîn û henardekirina nift û gaza siroştî tev şirketên biyanî wajo kirine.
Herêma Kurdistanê li ser girêbestên nifî ên helincîn û henardekirina niftê li gel hikûmeta nevendî a Îraqê pirsgirêk heye.
Li gor rapora malpera “Rodaw”, di konferansa ku di meha derbasbûyî bi hizûra şirketên niftî û Wezîrê Vizeya Turkiyê li Hewlêrê hat lidarxistin, hat ragihandin ku herêma Kurdistanê heya sala 2014’an, dê boriyek niftê bo qeraxava “Cîhan” a Turkiyê bikşîne.
Bi hebûna boriya han, herêma Kurdistanê dikare bibê îzna Bexdayê nifta xwe a xaw bo derve bişîne.
Di raporê de hatiye ku girêbesta han bûye seba nigeraniya Bexda û deverê.
Di konferansa Hewlêrê herweha hatiye ragihandin ku heya salek din, Herêma Kurdistanê boriyek niftê dikşîne ku di rojê de yek milyon bermîl nifta xaw dişîne Turkiyê.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê