Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera zêdebûna nirxa 25 ji sedî a bêkariyê di Kurdistanê de heye

21:42 - 18 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Çalakek kedkariyê nirxa bêkariyê di Kurdistana Îranê de 25 ji sedî ragihand û nûçeyê zêdebûna wê nirxê jî belav kir.


Nûnerê Qesr Şîrîn li Meclisa rejîmê de bêkariya Parêzgeha Kirmaşanê bi metirsî da zanîn.
Ebas Elîseferî, çalakek kedkariyê li Parêzgeha Sinê, tevî amajekirin bi vê ku rejîma Îranê tu caran amara rasteqîne a bêkariyê ranagihîne got: Dabînnekirina kar û tehrîmên abûrî li ser rejîmê sedemên sereke ên bêkariyê di parêzgeha Sinê de ne.
Navbirî herweha dibêje, bêkarî bûye seba vê çendê ku pirraniya xelkê rû bikin sînoran bo “Karê qaçaxî”.
Li gor malpera “Kirmaşanpost”, nûnerê Qesr Şîrîn sebaret bi pêvajoya bêkariyê di parêzgeha Kirmaşanê de hişyarî daye û gotiye: Yek ji pirsgirêkên sereke ên Parêzgeha Kirmaşanê bêkarî ye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê