Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê girtîgehê bi ser hevwelatiyek Seqizê de hat sepandin

22:07 - 18 Hezîran 2012

Kurdistamedia: Hevwelatiyek bajarê Seqizê, bi tometa hevkarî li gel yek ji partiyên dijberî rejîma Îranê, hukmê girtîgehê bi ser de hat sepandin.
Li gor nûçegihaniya Mukriyanê, hevwelatiyek xelkê bajarê Seqizê, bi navê “Fuad Ehmednijad” ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî a bajarê Seqizê ve hukmê 18 mehan girtîgehê bi ser de hat sepandin, lê di dadgeha pêdeçênê de hukmê han bo 6 mehan hat kimkirin.
Li gor rapora han “Fuad Ehmednijad” bi tomera piropagende li dijî nîzamê û hevkarî tev partiyek siyasî a dijberî rejîmê hukmê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê